AMED - Li Halîliyeya navçeya Şanliurfayê cesedê keçika ku winda bûbû, di qanala avê da hat dîtin. Senem Hana (15) ku ji mala xwe ya li Taxa Karşiyakayê derketibû, winda bûbû û ji bonê 5 rojan berê xebata lêgerînê dabûn destpêkirin. Ekîbên AFAD û polêsan herî zêde di qanala avê ya ku ji nêzî taxê ra derbas dibe da li Hanê geriyan. Xozneber di binê avê da geriyan û cesedê Hanê dîtin. Cesed rakirin Saziya Tiba Edlî ya Şanliurfayê.