AMED TIMES - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku destê wan di kuştina Serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye de nîne.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken îro 31ê Tîrmehê li Sîngapurê got, destê wan di kuştina Îsmaîl Heniye de nîne û beriya kuştina wî jî ew nehatine agahdarkirin.

Kovara Time, baştirîn 100 xalên geşt û gerê aşkere kir,  Amed jî di nav wê lîsteyê de ye Kovara Time, baştirîn 100 xalên geşt û gerê aşkere kir, Amed jî di nav wê lîsteyê de ye

Blinken li ser pirsa rojnamevanan a hevkariya Amerîka û Îsraîlê ya ji bo kuştina Îsmaîl Heniye got ku ti pêwendiya wan bi wê êrîşê nîne û wiha axivî: “Texmînkirin pir dijwar e û em fêr bûne ku texmîn nekin, lê agirbesta li Xezeyê pêwîst e û Amerîka kar li ser vê yekê dike.”

Îsraîl heta niha bi fermî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe lê Supaya Pasdarên Îranê û Hamas, Îsraîlê bi vê êrîşê tometbar dikin.

Kaynak: Amed Times