AMED TIMES - Kirinên DAİŞê yên wê êrişa ku li ser civak û şunwarê pîroz yê Êzidiyan, li Şengalê, di 3yê Tebax a 2014an da hatibûn kirin; di sala 2016an de, ji aliyê Yekitiya Neteweyan ve wek jenoside (qirqirina) Ezidiyan hat qebul kirin û pejirandin.

Her sal di 3yê Tebaxê de, li Herema Kurdistan a Federal di demjimêr 10:00an de, ji bo qurbaniyên jenosida DAİŞê, merasimên bibîranînê û rêzgirtinê tên kirin. Heman merasim, ji aliyê hikumeta Iraqê ve jî hat pejirandin. 

Berpirsê Ragihandinê yê Şengalê Berpirsyarê Ragihandinê yê binkeya Laleşê yê welatiyên Êzidî Karwan Hajî, bi mebesta 10 emin salvegera wê qarastê û bibîranîna berketiyan, ji bo Amed Times’ê axifî.

Li Laleş û hemû deveran dê merasîm bên lidar xistin

Hajî da zanîn ku di 3yê Tebaxê de, dê li Herema Kurdistanê û li hemû deverên ku Êzidî lê dimînin, ewê ji bo yadkirina qurbaniyan bi cure çalakiyan merasîmên bibîranînê lidar bixin. 

Karwan Hajî di berdewamiya axaftina xwe de, ani zaman ku “Bi mixabinî di ser jenosida Êzidiyan de, 10 sal derbas bûn, lê hêj jî rewşa Şengalê ne ewle û ne aram e. Hêzên ne yasayî, çendî grup û alî di nava Şengalê de ne. Helkeftineke (peymaneke) siyasî di navbera hikumeta Herema Kurdistanê û hikumeta Iraqê de, derbarê seqamgiriya siyasî, emnî û wisa aramiya Şengalê hat imza kirin. Lê mixabin ew helkeftin nehat cîbecîkirin. Berpirsyariya hikumeta Iraqê bû ku wê rêkeftinê cîbecî bike. Ji ber ku niha %60 xelkê Şingalê di awarebûnê de ye û ev jî ziyaneke gelek mezin e ku ew xelk, di nav vê rewşê de ye."

Grubên ne yasayî ewlehiya Şengalê têk dibin

Berpirsê Ragihandinê yê Şengalê Hajî, balê kişand ku ji %85ê Şengalê kavil e û wek bajarekî wêranbûyî hatiye nas kirin û wiha got:

Amerîka: Ti pêwendiya me bi kuştina Heniye ve nîne Amerîka: Ti pêwendiya me bi kuştina Heniye ve nîne

"Her wisa rexravên (saziyên) navdewletî, li nav Şengalê nema ne û alîkarî kim bûne. Divê hikumeta Iraqê xwe li van medan bike xwedî. Tenê ew navçeya ku niha li nav Iraqê nearam e Şengal e. Grup û hêzên ne yasayî di nava Şengalê de ne. Ev grubûbên ne yasayî, li gor xwe kara dikin û kes nihane ku ji kiran alî ne.” 

Yekitiya Neteweyan wek jenoside nas kir

Êrişa DAİŞê ku di 3yê Tebaxa 2014an de hat kirin û di encamê de, bi sed hezaran Êzidî hatin jenoside kirin, awarekirin û revandin, di Hezirana 2016an de, ji aliyê Komisyona Mafên Mirovan a Yekitiya Neteweyan ve wek roja ‘jenoside’ kirina Êzidiyan hat pejirandin û nasîn. 

Kaynak: Amed Times