Amerîka: Ti pêwendiya me bi kuştina Heniye ve nîne Amerîka: Ti pêwendiya me bi kuştina Heniye ve nîne

AMED TIMES -  Li navçeya Pîrana Amedê hêzên ewlehiyê 5 kesan bi hinceta "propagandaya rêxistinê" desteserkirin.

Parêzgariya Amedê got ku hêzên wan ji bo desteserkirina 7 kesên ku li gel stranên Kurdî govend gerandiye “operasyonek” kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, 5 ji wan hatine desteserkirin û hêzên ewlehiyên yên Tirkiyeyê hewl didin her du kesên din jî bigirin.

Kesên hatin desteserkirin şandine Dozgeriya Komarê ya Amedê.

Wan 5 kesan dê piştî karên îfadewergirtinê bişînin Dadgeha Amedê.

Li hêla din, ev kiryarên Tirkiyeyê yên demên dawiyê rastî bertekên tund ên Kurdan tên.

Li ser torên civakî bi taga “#EmBernadinVêDîlanê” gelek dîmenên govendên Kurdî tên belavkirin.

Kaynak: Amed Times