AMED TIMES-  Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Erziromê, îro li 3 taxên navçeya Oltiyê ji ber baranê lehî rabû û bû sedema zererên madî.

Parêzgarê Erziromê Mustafa Çîftçî li gel tîmên AFADê çû cihê bûyerê û li ser rewşê lêkolîn da destpêkirin.

Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin

Li gor encamên lêkolînê, li sê taxan zerer gihîştiye 10 avahî, 15 axûr û hinek zeviyên çandiniyê.

Di çilê havînê de jî li çend parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê barîna baranê berdewam dike.

Kaynak: AA