AMED TIMES- Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê doh ragihand ku ji bo ewlehiya geştyarên cihî û biyanî û xizmeta rêberiyê polîsên geştyariyê dest bi kar kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, bi armanca danasîna cihên dîrokî û çandî yên bajêr 16 polîsên ku bi zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Kurdî dizanin hatine erkdarkirin.

Li Amedê bi hinceta govend û stranên Kurdî 5 kes hatin desteserkirin Li Amedê bi hinceta govend û stranên Kurdî 5 kes hatin desteserkirin

Tenê li 6 parêzgehan xizmeteke bi vî awayî tê dayîn

Li seranserê Tirkiyeyê tenê li 6 parêzgehan xizmeteke bi vî awayî tê dayîn û cara yekemîn e ku li parêzgeheke Bakurê Kurdistanê jî vê xizmet dest pê kiriye.

Tîmên hatine erkdarkirin dê li cihên dîrokî û çandî bixebitin ku herî zêde geştyar wan deran ziyaret dikin.

Divê were gotin ku şaredariyên DEM Partiyê li parêzgehên Amed, Mêrdîn û Êlihê li ser rêyan bi Kurdî "Pêşî Peya” û “Hêdî” dinivîsin lê ev nivîsên bi Kurdî bi biryarên parêzgaran tên jêbirin.

Ev bêtemûliya li hemberî Kurdî rastî gelek bertekan tê.

Kaynak: AA