AMED TIMES - Kovara TIME ku li chanê navdar e, di nav 100 xalên herî baş û xweş yên gestiyarî de, bajarê Diyarbekirê jî nîşan da

Yz F Zmpyv3 U L R Cr E J N Jvvg

Li Qersê piştî baranê kuvarkên qerase şên bûne Li Qersê piştî baranê kuvarkên qerase şên bûne

Kovara Time, 100 rotayên herî baş yên sala 2024an askere kir. Piştî hewldanên Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê (DTSOyê), bajêrê Amedê jî ket nav 100 rotayên herî baş yên wê lîsteyê ku ji Tirkiyê tenê 2 xal hatine bijartin. Xala din ya ji Tirkiyê jî Stenbol e. 

Mezopotamya Ekspresi

Kovara Time, di nav wêneyên geştiyarî yên Amedê de, cîh daye Ekspiresa Mezopotamyayê ku di meha nîsanê (Avrêlê) de dest bi seferan kiribû. 

3 Q Y3Q Md F R E Cmt L7 U A8Kfrw

Di nav rotaya Amedê ku ji xweşiyên hezar km li hewildoriya wê hatine bijartinde; ji keleya Xarpetê heta Gola Hazarê, ji sûr û kela dîrokî ya Amedê heta pira çemê Firatê, gelek xweşiyên ji bajarên herêmê cîh digirin. 

Diyarbakır-7

Hatiya diyarkirin ku geştiyar bi vê geştê dikarin tama xweşiyên kesk û şînahiya xwezayî, çandên dîrokî û gastronomiyeke taybet bitamînin. 

Bi Ekspresa rotaya Amedê her carê 180 geştiyar dikarin, ji Anqereyê bi dirêjahiya hezar û 51 km ber bi Diyarbekirê ve geşt bikin. 

Mezopotamya Ekspresii

Trêna (Şîmendîfera) ku bi ser bajarên Kayserî, Meletî, Elezîzê (Xarpêt) de derbas dibe, li xalên xweş û geştiyarî bêhvedanan dide.  

Di hêjmara taybet a kovara Time de, di nav “ciyên herî xweş û baş”de, bal tê kişandin ku li herêmê dîrokeke taybet heye. 

Di kovarê de, gotinên balkêş ji bo bajêrê Diyarbekirê tên ragihandin ku dîroka bajêr heta bi hezaran salan diçe û bermayiyên beriya sedsala 4 emin sedsalê jî hêj li paya mane. 

Geştiyarkarên li bajêrê Amedê jî çaverêne ku bi Expresa Diyarbekirê re geştiyariya bajêr geştir bibe.

Kaynak: Navenda Nûçeyan