KURDÎ

Li Erxeniyê ceyran bi zêviyan ket

Li herema Xaniyên Komî yên Bezîrgana navçeya Erxeniyê ji ber têlên ceyranê şewat derket.

Abone Ol

AMED TIMES - Li herema Xaniyên Komî yên Bezîrgana navçeya Erxeniyê tê gotin ku ji ber têlên ceyranê şewat derketiye.

Li herema Xaniyên Komî yên Bezîrgana taxa Adnan Menderes a navçeya Erxeniya Amedê bagerê têlên ceyranê hejandin. Têlên li hev ketine bûn sedema derketina şewatê. Şewata derketiye zirar da bax û baxçeyên welatiyan. Tîmên agirkujiyê bi alîkariya welatiyan şewatê vemirandin. Têlên ji ber li hev ketinê veqetiyane û ketine erdê, hêj nehatine rakirin. 

Di heman herêmê de berî niha jî ji ber têlên ceyranê şewat derketibû. Hat zanîn ku ji ber zirara çêbûye, DEDAŞ’ê tezmînatê daye mexdûran.