AMED TIMES– Li Ameda mînîbusekê li du birayan xist. Yek ji wan mir û yê din birîndar e.

Mînûbusa veguhastina nav bajêr, li Taxa Mesut Yilmazê li Ahmet M. (45) û kekê wî Mehmet M. (53) xist ku wan dixwest derbasî aliyê din ê rê bibin.

Piştî xeberdayîna kesên li derdorê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birayên birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.

Ahmet M. nehat rizgarkirin û li nexweşxaneyê mir û tedawiya Mehmet M. berdewam dike.

Bûyera Qeyseriyê: Li Antalyayê ciwanekî ji Sûriyeyê hat kuştin Bûyera Qeyseriyê: Li Antalyayê ciwanekî ji Sûriyeyê hat kuştin

Li hêla din, keça Ahmet M. ya bi navê Semanur jî dema qezayê li cem bavê xwe û apê xwe bûye lê tiştek bi wê nehatiye.

Kaynak: İHA