AMED TIMES- Wezîrên nû yên Tirkiyeyê Kemal Memîşoglu û Murat Kurum duh dest bi erkên xwe kir.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan Wezîrê Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê Mehmet Ozhasekî û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji erkên xwan standibûn.

Li gorî rojnameya fermî ya Tirkiyeyê, li ser biryara Erdogan li cihê Mehmet Ozhasekî Murat Kurum û li cihê Fahrettîn Koca jî Kemal Memîşoglu hatibûn erkdar kirin.

Merasîmên teslîmkirina erkan ên wezîran hatin pêkanîn.

Sembola 'gurê boz’  Tirkiye û Almanya li hev sor kirin! Sembola 'gurê boz’ Tirkiye û Almanya li hev sor kirin!

Kemal Memîşoglu jî li ser behsa xizmeguzariya tenduristiyê kir û eşkere kir ki di heyama 20 salan de di warê tenduristiyê de pêşketinên mezin hatine bi dest xistin.

Li aliyê din Ozhasekî jî da zanîn, karên wî yên neqedandî dê Murat Kurum bi dawî bike û ew bi awayekî serbilind dev ji erkê xwe berdide.

Kaynak: Amed Times