AMED TIMES- Li bajarê Rihayê 206  kesên ku piştî çînin û berhevkirina berhenên xwe pirêza şewitandine 14 milyon lîre ceza hat birîn.

Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak li ser mijarê daxuyaniyek belavkir. 

Şildak ragihan ku li seranserî parêzgehê di 15 rojên dawî de 206 kesên ku piştî çînin û berhevkirina berhem agir berdane zeviyên çandiniyê û qedexeyên di vî warî de bin pê kirine bi 14 milyon lîre pereyan hatine cezakirin.

Parêzer diyar kir ku piştî çîna genim û berhem, şewitandina zeviyên çandiniyê dibe sedema agirên mezin û mirina  hemû zîndewerên di nav axê de.

Li Brîtanyayê Partiya Karkeran bi tena serê xwe bû desthilat Li Brîtanyayê Partiya Karkeran bi tena serê xwe bû desthilat

Parêzgarê Rihayê ragihand ku ew kesên agir berdidin pirêzen xwe yên çandiniyê di heman demê de dibin sedem ku agir bi zeviyên cîranên wan û cihên niştecihbûnê bikevin û bi vê yekê jî gefê li can û malê welatiyan dixwin.

Di 20 Heziranê  da di bûyerên şewatê yên li navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de 15 kesan canê xwe ji dest dabû.

Kaynak: AA