AMED TIMES  –  Bihabûn, bilindbûna rêjeya enflasyonê bandoreke zêde li karkeran kiriye û destê wan roj bi roj tengtir dibe.

Xwenîşandan, nerazîbûn û grevên karkeran jî gelekî belav bûne.

Li Xarpêtê ji ber mûçeyê herî kêm 300 karkerî dest bi grevê kir.

Karkeran ji bo daxwazên xwe du hefte mohlet daye aliyên pêwendîdar.

Li navçeya Xulaman a parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, 300 karkerên Kompaniya Kana Madenê ya Etiyê dest bi grevê kir.

Li gorî gotina  karkeran ji ber ku xwediyê kar soza xwe ya zêdekirina mûçeyê pêk neaniye wan dest bi grevê kiriye.

Karkeran 2 hefte dem daye karbidestê xwe ku soza xwe bînin cih. Ew dê heta 2 hefteyan li ser karê xwe bin lê belê dê kar nekin.

Karkerên wê kanê mehane 25 hezar lîreyan werdigrin lê ew dixwazin meaşê wan bibe sê qatê mûçeyê herî kêm ku niha 17 hezar û 2 lîre ye.

“Me 2 hefte mohlet daye wan”

Nûnerê Karkeran Erdem Guldemîr behsa armanca greva karkeran kir û wiha got:

“Me niha 2 hefte wext daye wan, ji xwe berê jî me şeş meh wext dabû wan, piştî şeş mehan em ne gihiştin ti encamê.

Ji ber wê me biryar da, heta ku daxwazên me neyên bicihanîn em li vir in, li cihê kar in lê dê kar nekin.”

Li Çewlîgê otobus qulibî: Birîndar hene Li Çewlîgê otobus qulibî: Birîndar hene

Karker dixwazin mûçeyê wan bê zêdekirin, promosyonên wan ên bankayan bên dayîn, îkramiyeyên wan bên dayîn û heqdestê demjimêrên zêde jî were zêdekirin.

“Em piştgiriyê didin karkeran”

Serokê Şaredariya Akçakiraza Xarpêtê Îbrahîm Ormanoglu jî li ser greva karkeran wisa got:

“Ez ji dil û can piştgiriyê didim vê berxwedana wan a mafdar. Em wekî serokê şaredariyan piştgiriyê didin birayên xwe yên karker.”

Karkerên vê madenê mehane 25 hezar lîreyan werdigrin. Karker dixwazin mûçeyê wan bibe sê qatê mûçeyê herî kêm ku niha 17 hezar û 2 lîre ye.

Karker dibêjin heta daxwazên wan neyên bi cih anîn dê çalakî û greva wan berdewam bike

Kaynak: Amed Times