Li Xarpêtê herî kêm 300 karkerî dest bi grevê kir Li Xarpêtê herî kêm 300 karkerî dest bi grevê kir

AMED TIMES -   Li gorî TUIKê enflasyona Hezîranê ji sedî 71,60 lê li gorî ENAGê ji sedî 113,08 e.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) û Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) amarên enflasyonê yên Hezîrana borî eşkere kirin.

Li gorî TUIKê enflasyon Hezîranê ji sedî 1,64 zêde bûye û salane jî gihiştiye ji sedî 71,60î.

Li gorî ENAGê rêjeya enflasyona meha Hezîranê ji sedî 4,27 e û ya salane gihiştiye ji sedî 113,08an.

Li gorî amarên TUIKê, Hezîranê li gorî gulanê herî zêde bi rêjeya ji sedî 3,79an bihayê sektora avahîsaziyê zêde bûye.

TUIKê da zanîn ku bihayê sektora cil û bergan bi rêjeya ji sedî -0,58 daketiye.

Perwerde jî li gorî heman meha sala borî ji sedî 107,11 biha bûye.

Kaynak: AA