AMED TIMES - Li Amedê 2 welatiyên Sûriyeyê mala malbateke Sûriyeyî şewitand û ji cihê bûyerê reviyan.

Şeva borî li Taxa Kaynartepeyê mala malbateke Sûriyeyî ya ku 3 zarokên wan hebûn hat şewitandin.

Endamên malbatê xwe avêt derve û ji şewatê rizgar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê û tîman agir vemirand.

Di encama lêkolînên polîsan de diyar bû ku 2 kesên agir berdaye malê û reviyane jî welatiyên Sûriyeyê ne.

Wezîrên nû yên Tirkiyeyê dest bi erkên xwe kir Wezîrên nû yên Tirkiyeyê dest bi erkên xwe kir

Polîsan ji bo desteserkirina her du kesan dest bi xebatê kir.

Kaynak: İHA