AMED TIMES -  Li Şirnexê hin herêm wek "herêma ewlehiya taybet" hatin îlankirin.

Di daxuyanîya Walîtîyê da hat gotin ji bo ewlehiya neteweyî, pergal û ewlehiya kamuyê û rêligirtina bûyerên tundiyê û her cure rewşên neyînî yên dibe ku çêbibin hin herêm wek herêmên ewlehiya taybet hatin îlankirin.

Wezîrên nû yên Tirkiyeyê dest bi erkên xwe kir Wezîrên nû yên Tirkiyeyê dest bi erkên xwe kir

Hat gotin ku li Çiyayê Gabarê ya di nav sînorê navçeya Guçlukonakê, navend Şirnex, herêma Bestler-Derelerê, Çiyayê Cudiyê ya di nav sînorên navçeyên Cizîr û Silopiyê, da, Kelmehmeta di nav sînorê navçeyên Beytuşebab û Uluderyê da, Çiyayê Kurtê, Donmezler, Kovankaya, Textareş, Husrevpaşa, Suhurpaşa, Încebel, Feraşîn, Altindaglari û Oymakaya di navbera 1-15ê Tîrmehê da wek herêmên ewlehiya taybet hatin diyarkirin.

Hat daxuyandin ji bo ewlehiya can û mal divê welatî şev an jî roj neçin van herêman.

Kaynak: AA