KURDÎ

Li Colemêrgê liv û tevgere geştiyariyê dest pêkiriye

Li Colemêrga ku bi bedewiyên xwe yên dîrokî û siruştî bi nav û deng e, bi germbûna hewayê ra û bi serxwe va hatina siruştê, li bajêr liv  û tevgera geştiyariyê jî dest pê kiriye.

Abone Ol

AMED - Li Colemêrga ku bi bedewiyên xwe yên dîrokî û siruştî bi nav û deng e, bi germbûna hewayê re, li bajêr liv  û tevgera geştiyariyê jî dest pê kiriye.

Bajarê ku hezar û 720 mêtro bilind e û beşeke wê ya mezin ji çiyayên bilind pêk tê, bi siruşta xwe ya pak û ciwan balê dikişîne, di serdema dawîn da bû navendeke giring a geştiyariyê.

Colemêrga ku bedewiyên wê yên veşartî hê nû nû tên keşifkirin, zozanên wê yên xwedî dîmenên bêhempa, cemed, sûlav û xwezaya pir û par dibe cihê geştiyaran.


Geştiyarên ku di rojên dawîn da bi navgîniya şirketên turê tên herêmê, li siruştê û cihên dîrokî digerin û der barê çand, siruşt û dîroka wê da dibin xwedî agahî.


Li parêzgeha ku her sal hejmara geştiyaran lê zêde dibe û jiyana civakî geşe dide, xebatên geştiyariyê jî dibin sedema geşepêdana aboriya wê herêmê.