AMED TIMES - Li navçeya Sûra Amedê, li Baxçeyên Hewselê 3 hezar û 267 serî kirkirk hat dîtin.
Bi kordîneya Midûriya Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîk a Midûriya Ewlehiya Bajêr û beşdariya tîmên Midûriya Şaxa Harekata Taybet û tîmên yekeyên cuda li Baxçeyê Hewselê ku di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da ye, operasyona hişbirê hat kirin.
Li 20 qadên cuda lêgerîn hat kirin û 3 hezar û 267 serî kirkirk hat dîtin. Kirkirk hat şewitandin û îmhekirin.
Ji bo girtina gumanbaran xebat dewam dikin.