KURDÎ

Li Amedê qurbaniyên teqîna 5ê Hezîranê hatin bibîranîn

Partiya DEMê li qada Îstasyonê bi pêxistina çirayan qurbaniyên ku di encama êrişa DAÎŞê ya 5ê Hezîrana 2015an hatibûn kuştin bibîranî.

Abone Ol

AMED- Bi sedan endam û rêveberên DEM Partî û welatiyên Amedê, bi armanca bibîranîna qurbaniyên êrîşa DAIŞê ya 5ê Hezîranê ku tê de 5 kes hatibûn kuştin û 400 kes jî birîndar bûbûn merasîmek lidarxistin. 

Girseya ku ji bo bibîranînê civiya, bi pêxistina meşaleyan (çirayan) meşiyan û li ciyê teqînê jî daxuyaniyeke kurt belav kirin. 

Êriş bi zanabûn nehatiye asteng kirin. 

Li xala ku teqîn pêkhatibû, parlamenterê DEMê Sînan Çîftyurek, ragihand ku ew êrişê şermezar dikib û biberketiyên êrişê bi rêzdarî bibîr tînin. Çîftyurek ani ziman ku dikaribû pêşî li wê êrişê bê girtin, lê bi zanabûn nehatiye asteng kirin.

Çekdarên DAIŞ roja 5ê Hezîrana 2015an bombe di mîtînga HDPê de teqandin û di encamê de pênc kesan canê xwe jidest dan, 400 kes jî birîndar bibûn.