AMED - Li Amedê kamyonet û otomobîl li hev qelibîn, 6 kes birîndar bûn. Kamyoneta bi plakaya 23 HH 129 a ku B.A diajot li texma Taxa Çelîkevlerê ya rêya Amed-Elezîzê ji kontrolê derket û derbasî aliyê din ê rê bû û li otomobîla bi plakaya 21 AD 653 xist. Di qezayê da ajokar û 4 kesên di wesayîtan da birîndar bûn. Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, cendirme û polêsan sewqî cihê bûyerê kirin. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî.