AMED TIMES- Li navçeya Avkevirê ya Agiriyê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 5 kes birîndar bûn. Otomobîla ku Muzaffer A. diajot li rêya Avkevir-Agiriyê li otomobîla ku Osman T diajot da. Li ser agadarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û cendirme çûn cihê qezaya trafîkê. Di qezayê trafîkê de ajokarên her du otomobîlan û Berfîn T, Hakan O û Lokman Ayê di otomobîlan de birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Agiriyê. Derket holê ku rewşa birîndaran baş e.