AMED - Li navçeya Taşliçaya Agiriyê mesaiya jinan ya ji bo haziriya zivistanê ji niha de destpêkiriye. Jinên herêmê ji bo ku di çêkirina penêr û xwarinên zivistanê da bixebitînin, li zeviyan gîha û nebatan berhev dikin. Li bajarê ku zivistan lê dijwar derbas dibe, piştî ku berf heliya û barana biharê barî, siruşt zindî bû. Jinên li navçeya Taşliçayê dijîn ji bo ku di çêkirina penêr û xwarinên zivistanê da bixebitînin, li zeviyan punk, cehtilî, tirşo û pincarên din berhev dikin. Jin gîhayên ku berhev dikin paşê li ber tavê hişk dikin û ji bo zivistanê vedişêrin. Jina bi navê Yuksel Ateşê dibêje, “ Em her bihar ji bo berhevkirina nebatan li zeviyan digerin. Gîha ji bo gelek nexweşiyan baş in. Em van gîhayan zivistanê dikelînin û wek çayê vedixwin. Li herêma me cureya van nebatan pir zêde ye. Em wan di nav xwarinan da jî bi kar tînin."