AMED TIMES- Li bajarê Rihayê, kargeheke dûpişkan jehra ku berhem tîne hinardeyî welatên wekî Almanya, Hindistan, Çîn, Japonya û Koreya Başûrê dike. Karsazê bi navê Mehmet Orenler li navçeya Karakopruyê ya Rihayê kargeheke dûpişkan ava kir û tê de 10 hezar dûpişkan bi xwedî dike. Orenler berî 4 salan li ser qadeke 5 hezar û 500 metreyan ku 200 metre çargoşeyê wê qada girtî ye kêlgehe dûpişkan ava kir. Orenler jehra wan berhem tîne û difroşe welatên wekî Almanya, Hindistan, Çîn, Japonya û Koreya Başûr. Mehane navbera 7-11 hezar dolaran qezenc dike Karsazê Rihayî diyar kir ku mehane 50 gram jehra dûpişkan berhem tînin û di navbera 7 hezar heta 11 hezar dolaran de difroşin. Mehmet Orenler got: “Piştî me ev kêlgeh vekir, gelek kes li me geriyan. Ji ber ku rêziknameyeke nû hatiye nivîsandin. Ji nav Tirkiyeyê û ji welatên din ên wekî Japonya, Koreya Başûr, Çîn, Almanya û Hindistanê gelek kes digerin. Piştî 4 salan me salek pêş niha dest bi firotina fermî ya derveyî welat kir û niha berdewam dike. Di rojên pêş me de jî em dê bi hinek welatan re girêbestên mezin îmze bikin.”