AMED- Li navçeya Geverê ya Colemêrga havîn e jî lê xebatên paqijkirina berfê hîn jî didomin. Tîmên Rêveberiya Şantiyeya Geverê li deverên çiyayî û li devera Golên Cemedê yên Satê ji bo vekirina rêya girtî 25 roj e dixebitin. Tîm li herêma ku hinek ciha 8 metre berf heye, ji bo rê vekin bi 3 makîneyên kar di nav şertên dijwar de dixebitin. Li gorî agahiyan ji rêya ku 11 kîlometre ye heta niha 7 kîlometre hatiye vekirin.