KURDÎ

Biryara dest danîna ser malên Şaredarê berê yê AK Partiyê hat dayin

Ekîbên polêsan îro danê sibê avêtin ser mala Şaredarê berê yê AK Partiyê Huseyîn Beyoglu yê navçeya Rezana (Baglara) Amedê.

Abone Ol

AMED TIMES -  Li Amedê, hêzên ewlehiyê yên tawanên organizekirî û qaçaxçîtiyê bi ser mala Serokê berê yê Şaredariya Rezan (Bağlar) Huseyîn Beyooglû de girtin û biryara dest danîna ser malên şarêdarê berê Beyoglû û xizmên wî, hat ragihandin. 

Serdozgerê Komarî yê Diyarbekirê, sala borî, di çarçoveya lêpirsîna bertîlgirtin û gendeliyê de; di derheqê Serokê Şaredariya Rezan ê berê Huseyîn Beyoglû û 14 kesên din ku di nav wan de, şaredarên berê jî hene doz vekiribû û Hüseyin Beyoglû piştî ku ifade dabû, serbest hatibû bardan. 
Lê iro (di 12ê Tîrmehê de) sibehî zû, hêzên ewlehiyê yên tawanên organizekirî û qaçaxçîtiyê bi ser mala Huseyîn Beyoglû û tevahî 14 kesan de girtin. Li malên gumanbaran lêgerîn hat kirin û gumabar hatin desteserkirin. 
Hat daxuyandin ku biryara dest danîna ser malên gumanbaran jî hatiye dayîn û di lêgerînan de, belgeyên dijital, bi qiyaseke zêde pere, zêr û doviz hatine desteserkirin. 

Piştî ku li rêveberiya ewlehiyê îfadeyê gumanbaran hat wergirtin, serbest hatin berdan.