KURDÎ

20 mîlyon xwendekar karneyên xwe wergirtin!

Xwendekarên ku li dibistanên seratayî û navîn dixwînin iro karneyên xwe girtin û dest bi betlaneya havînê ya 3 mehan kirin.

Abone Ol

AMED-    Xwendekarên ku li dibistanên seratayî û navîn dixwînin iro karneyên xwe girtin û dest bi betlaneya havînê ya 3 mehan kirin. 

Li Tirkiyeyê zêdeyî 20 milyon xwendekarên ku li dibistanên seretayî û navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) dixwînin îro bi wergirtina kartên raporê dest bi betlaneya xwe ya havînê kirin.

Xwendekarên Amedê jî vê kelecanê para xwe girtin û xwendina dirêj ya selekê li pey xwe hiştin.

Sala xwendinê ya 2023-2024an di 11ê Îlona 2023an de dest pê kiribû bi dawî bû. Zêdetirî 20 mîlyon xwendekar û nêzîkî 1.2 mîlyon mamoste serdema perwerdehiyê bi dawî kirin.

Li Amedê xwendekar ji saetên sibê ve li baxçeyên dibistanan hatin cem hev û coşa wergirtina karneyan jiyan.

Dibistan sertayî û navîn dê di 16 Îlonê de dest bi serdemam nû ya perwerdehiyê bike.