AMED TIMES -  Medya fermî ya Îranê ragihand ku Mesûd Pizîşkîyan dê di destpêka Tebaxê de li pêş parlemanê sond bixwe û wek serokê 9an ê Komara Îslamî ya Îranê dest bi kar bike.

Endamê desteya seroktîya parlemanê Mocteba Yûsifî ragihand ku merasîma sondxwarina serokomar wê di 4 û 5’ê Tebaxê de were darxistin.

Ji bo serok wê 15 roj dem hebe, da ku wezîrên xwe jibo dengdana pêbawerîyê pêşkêşî parlemanê bike.

Serokên hilbijartî yên Îranê berîya ku bi fermî dest bi kar bikin, mecbûr in li ber parlemanê sond bixwin.

Piştî  merasîma sondxwarinê pêk tê,  serokê hilbijartî erêkirina fermî ji hêla rêberê bilind yê komara îslamî werdigire.

Serokê Îranê ne serokê dewletê ye, û desthilatdarîya dawî di destê rêberê bilind yê olî de ye - posteke ku di 35 salên dawî de di destê Ayetullah Elî Xamineyî de ye.

Namzedê reformxwaz Mesûd Pizîşkiyan ji sedî 53,7ê dengan wergirtin û bû Serokkomarê Îranê.

Li aliyê din, namzedê mihafezekar Seîd Celîlî jî ji sedî 44,4ê dengan standibûn.

Reformîst Pizîşkîyanî 69 salî zêdetirî 16 mîlyon deng wergirtin.

Li Erzuromê li 3 taxan lehî rabû: Zirarek mezin heye Li Erzuromê li 3 taxan lehî rabû: Zirarek mezin heye

Kaynak: VOA