AMED TIMES- Li Amedê kesekî xezûrê xwe kuşt, hevjîna xwe û xesûya xwe jî birîndar kirin û reviya.

Li Amedê kesekî xezûrê xwe kuşt, hevjîna xwe û xesûya xwe jî birîndar kirin. 

Kesê bi navê S.A. (30) gava ku çûye mala xezûrê xwe ya li Taxa Mezopotamyayê ya Amedê, ji ber sedemeke nediyar bi xezûrê xwe Y.B. re şer kir. 

Sê kesan birîndar kir 

Di şer de S.A. xezûrê xwe Y.B., xesûya xwe S.B. (45) û hevjîna xwe E.B. (29) yê birîndar kirin û reviya.

Piştê vê şerê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.

Y.Byê xezûrê birîndar mir 

Y.B.yê ku di şer de bi giranî birîndar bûbû li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. 

Ji bo girtina S.A. yê dest bi xebatan hat kirin.

Kaynak: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ