AMED - Li Amedê ciwanên ku li parkekê dans dikirin rastî êrîşa komekî hatin. Koma ku ji 50 kesan pêk dihat bi tekbîran êrîşê çalakiya dansê kirin.

Li gor agahiyên hatin girtin, Dibistana dansê ya bi navê “Swingamed”ê li navenda bajêr li Parka Temayê çalakiyeke dansê li dar xist. Piştî ku çalakiya dansê dest pê kir komeke ku ji 50 kesî pêk dihat çû parkê, wan tekbîr dan û êrişî koma dansê kir.

Hinek endamên koma dansê birîndar bûn û tîmên tenduristiyê 2 ji wan rakirin nexweşxaneyê.

Dîmenên kêliya êrişê li ser torên civakî hatin belavkirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kayayê li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî vê êrişê da û got:

Li Amedê polîsên geştyariyê bi Kurdî jî xizmetê didin Li Amedê polîsên geştyariyê bi Kurdî jî xizmetê didin

“Em êrişî şermezar dikin û em li kêleka Swingamedê ne.

Kaynak: Rûdaw