AMED TIMES - Li navçeya Pîrana Amedê hêzên ewlehiyê 5 kesan bi hinceta "propagandaya rêxistinê" desteserkirin.
Parêzgariya Amedê got ku hêzên wan ji bo desteserkirina 7 kesên ku li gel stranên Kurdî govend gerandiye “operasyonek” kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, 5 ji wan hatine desteserkirin û hêzên ewlehiyên yên Tirkiyeyê hewl didin her du kesên din jî bigirin.
Kesên hatin desteserkirin şandine Dozgeriya Komarê ya Amedê.
Wan 5 kesan dê piştî karên îfadewergirtinê bişînin Dadgeha Amedê.
Li hêla din, ev kiryarên Tirkiyeyê yên demên dawiyê rastî bertekên tund ên Kurdan tên.
Li ser torên civakî bi taga “#EmBernadinVêDîlanê” gelek dîmenên govendên Kurdî tên belavkirin.