AMED TIMES- Li navçeya Avkevirê ya Agiriyê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku Muzaffer A. diajot li rêya Avkevir-Agiriyê li otomobîla ku Osman T diajot da. 

Li ser agadarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û cendirme çûn cihê qezaya trafîkê.

Di qezayê trafîkê de ajokarên her du otomobîlan û Berfîn T, Hakan O û Lokman Ayê di otomobîlan de birîndar bûn. 

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Agiriyê. 

Derket holê ku rewşa birîndaran baş e. 

Kaynak: AA