AMED TIMES–  Hejmara kesên di şewata li Mêrdîn û Amedê de mirine gihiştiye 12an.

Di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû. Ji ber ba û bahozê agir li nava erdên 8 gundan belav bû.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca derbarê şewatê daxuyaniyeke nû da û diyar kir ku 12 kesan canê xwe ji dest daye.

Fahrettîn Koca herwiha eşkere kir ku ji ber şewatê 78 kes jî birîndar bûne.

Walîtiyê ragihand: Ketina 7 herêman bo 15 rojan hatiye qedexe kirin Walîtiyê ragihand: Ketina 7 herêman bo 15 rojan hatiye qedexe kirin

Koca got ku 5 birîndar li Amedê tên tedawîkirin û rewşa 3yan ji wan xedar e.

Kaynak: Amed Times