AMED TIMES - Siyasetmedarê kurd Orhan Doğan di 17emîn salvegera wefata xwe de hat bibîranîn.

Dogan, li ser gora xwe ya li Goristana Asrî ya li Cizîra Şirnexê ye ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn.

'Em şopdarê tekoşîna wî ne'

Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratik, (DBP) Keskîn Bayindir li ser gora Dogan axivî û got: "29ê Hezîranê ji bo gelê kurd rojeke girîng e. Roja darvêkirina Şêx Said û hevalên wî ne. Di heman demê de roja wefata siyasetmedarê kurd Orhan Dogan e. Birêz Dogan heta  emrê xwe yê dawî di riya têkoşîna azadiya gelê kurd meşiya. Em jî weke şopdarên wî dê her tim vê têkoşînê berdewam bikin."

Ayşegul Dogan: Bavê min ji me re mîrateyeke mezin hişt

Keça Orhan Dogan û Hevberdevka Partiya DEMê Ayşegul Dogan jî anî ziman ku ew ê doza ku Dogan li pey xwe hiştiye bidomînin û wiha got:

"Bavê min ji me re mîrateyeke mezin hişt. Ji me re malbeteke mezin hişt û îro em ne bi tenê ne. 29ê Hezîranê di heman demê de ji bo me kurdan peyameke jî; peyama darvekirine ye. Niha darvekirin tune ye. Lê hê jî cezayên giran didin siyasetmedarên kurd.  Ev ne qedera me ye. Lê ev mirateya  ku Şêx Saîdê kal û bavê min li dû xwe hiştiye wê bidomînin."

Bûyera Qeyseriyê: Li Antalyayê ciwanekî ji Sûriyeyê hat kuştin Bûyera Qeyseriyê: Li Antalyayê ciwanekî ji Sûriyeyê hat kuştin

Bîranîn bi danîna qurnafîlan a li ser gorê bi dawî bû.

Kaynak: Amed Times