AMED TIMES-  Li Amedê Dêra Sûrp Giragos a Ermeniyan ku xwedî dîrokek 508 sal berê û niha ji bêxwedîbûnê bûye kavil, tê nûjenkirin.

Nûjenkirina dêrê bi duayan dest pê kir. Patrîkê Ermenan Sahaq Maşalyan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî tevli duayê bû.

Dêra Sûrp Sarkîs, dêreke Ermenan e û li naçeya dîrokî Sûrê ya Amedê ye. Piştî ewqas salên du dirêj cara yekemîn e ku li vê dêrê dua tê kirin.

Patrîkê Ermenan Sahaq Maşalyan jî serkêşiya duayê dike. Dua vê carê ji bo nûjenkirina dêrê tê kirin. Mizgîniya vê ji aliyê patrîk ve tê dayîn.

'Çi ji destê me bê em jî dê bikin'

Patrîkê Ermenan Sahaq Maşalyan got, “Aliyê herî zehmet ê her karî destpêkirin e.Ji bo ku ev avahî bê nûjenkirin, helbet em li benda alîkariya rêveberiyên herêmî ne. Çi ji destê me bê em jî dê bikin.”

Wezareta Çandiniyê ya Tirkiyeyê 5 milyon lîreyê Tirkî ji bo nûjenkirina dêrê bexşandiye.

Lê rêveberên Ermenan dibêjin dibe ku derdora 70 milyon lîreyê Tirk li nûjenkirinê biçe.

Ev jî dike nêzikî 2 milyon dolarên Amerîkî ye.

“Dê 2-3 salan berdewam bike”

Rêveberê Dêra Cemaeta Ermenan a Amedê Ohannes Ohanyan got:

“Ez bawer dikim du sê salan dê berdewam bike. Li gorî fînasmanê û pere. Piştî ku qediya em dê ji bo vekirina wê merasimeke mezin li dar bixin.

Li Erxeniyê ceyran bi zêviyan ket Li Erxeniyê ceyran bi zêviyan ket

Dema me Surp Giragosê jî vekir, 5 hezar kes beşdar bûn.”

Kaynak: Amed Times