AMED- Bajarê Amedê ku di salên dawî de wekî navenda tûrizmaya çandî tê pênasekirin di Cejna Qurbanê da ji geştiyarên xwecihî û bîyanî re malovaniyê kir.

Di Cejna Qurbanê de hejmara geştyarên ku çûne Amedê li gorî Cejna Remezanê kêmtir bûye. Sedema vê yekê jî germa zêde ye. Pileyên germe li bajêr gihiştin 40î.

Lê digel vê yekê jî hejmara geştyarên ku ji bajarên Tirkan çûne Amedê gelekî zêde ne.

Her qefleyek ku tê pêşî berê xwe dide Mizgefta Mezin a dîrokî. Ev mizgefta dîrokî niha yek ji sembola herî xweşik a Amedê ye.

Piraniya geştyaran ji bajarên Tirkiyeyê ne. Ji Tekirdagê heta Trabzonê, ji Mêrsînê heta Îzmîrê keç û xort, navsere û ciwan berê hatine bedewiya Amedê bibînin.

Dema mirov Cejna Remezanê û ya Qurbanê dide ber hev, hejmara geştyarên ku hatine Amedê di vê cejnê de gelekî daketiye.

Pîleya germa havînê tesir li turizmê jî dike

Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin

Li gorî rêberên geştyaran û berpirsên kompaniyên geşt û gûzariyê sedema bingehîn a kêmbûna geştiyaran di vê cejnê de zêdebûna pileyên germa havînê ye.

Germa havînê li Amedê gihiştiye 40 pileyî. Ev yek wisa dike ku geştiyar ji Amedê zêdetir qesta bajarên deryayê bikin.

Rêberê Kompaniya Geşt û Gûzariyê Abdulkadir Boztogan jî got: Li gorî berpirsên kompaniyên geşt û gûzariyê, di demsalên havînê de ne tenê hejmara geştyarên ku diçin Amedê yên ku diçin Mêrdîn û Rihayê jî kêm dibin.

Kaynak: Rûdaw