Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin

AMED -   Azîz Elaldi careke din wekî Serokê Amedsporê hate hilbijartin.

Rêveberîya nû ya Amedsporê dîyar bû. Azîz Elaldi careke din wekî serokê Amedsporê hat hilbijartin. Elaldi got, "Bordeaux, Lens, Barcelona û Atletico Madrid li benda min in.”

Tîma kesk û sor Amedspor ku di lîga duyemîn de bû şampiyon, îsal êdî dê di lîga yekemîn de bilîze. Amedsporê ji bo serkeftineke baştir, kongreya xwe ya asayî li dar xist.

31 kes wekî rêveberên nû hatin hilbijartin

Di kongreye de 31 kes wekî rêveberên nû hatin hilbijartin. Azîz Elaldi dîsa bû serokê Amedsporê.

Serokê Amedsporê Azîz Elaldi  diyar kir ku tima Bercelonayê wî vexwandiye û got: “Tîmên Bordeaux, Lens, Barcelona, Atletico Madrîd û gelek tîmên din niha li benda min in ku biçim bi wan re hevdîtinê bikim. Ev nîşan dide ku em ber bi tîmeke cîhanî ve diçin û rêya ku me daye ber xwe rast e.”

Rêveber û alîgirên Amedsporê dixwazin tîma wan binesaziya xwe ya futbolê ava bike.

Di serî de li Amedê, li gelek bajaran dibistanên futbolê veke û zarokên Kurd ên jîr di binesaziya xwe de perwerde bike.

Gerek em tîmeke baş ava bikin ku herin wan zarokan di cihê cih de bibînin û bînin bikin xwediyê vê tîmê.”

Amedsporê ji bo heyama nû bi rahênerê serkeftî yê Lîga Superê Ersun Yanal re li hev kir.

Yanal ew kes e ku Fenerbahçeyê kiribû şampiyon. Ew dê di rojên pêş de bê Amedê û dest bi xebatê bike.

Kaynak: Rûdaw