AMED TIMES -4 ciwanên ku 6 meh berê bi qaçaxî çûne Meksîka ji wir jî derbasî Amerîkayê bûne çend roj berê di qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest da.

3 ji wan ciwanan ji Êlihê ne û yek jî ji bajarê Mêrdînê ye.

Li Amedê bi hinceta govend û stranên Kurdî 5 kes hatin desteserkirin Li Amedê bi hinceta govend û stranên Kurdî 5 kes hatin desteserkirin

Faruk Çetîn, Bariş Şavaş û Abdulrezzak Hizamli ji Êlihê ne û Mahsun Dursun jî ji bajarê Edenê ye lê malbata wî li Edeneyê dimîne.

Ji bo cenazeyê wan ciwanan ji Amerîkayê bînin Êlihê kampanya hatiye destpekirin.

Lê Parlementerê AK Partiyê yê Êlihê Ferhat Nasiroglu ragihand ku ji bo vegerandina cenazeyan bi Wezareta Karên Derve re pêwendî danîne û dê di demek nêzîk de cenazeyê wan xortan vegerînin Êlihê.

Kaynak: Rûdaw