AMED -  Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di qezayên trafîkê yên 2 rojên ewil ên betlaneya Eyda Qurbanê da 16 kes mirin.


Wezîr Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku di 16ê Hezîranê roja duyemîn ya eydê da di nav 24 saetan da 726 qezayên trafîkê qewimîn, 11 kes mirin û 1295 kes jî birîndar bûn.

Li Amedê bi hinceta govend û stranên Kurdî 5 kes hatin desteserkirin Li Amedê bi hinceta govend û stranên Kurdî 5 kes hatin desteserkirin


Yerlîkaya, diyar kir ku ekîban 289 hezar û 700 wesayit teftîş kirin, der barê 18 hezar û 889 wesayitan da ji ber lezçûyîn û radarê, der barê 17 hezar û 227 wesayitan da jî ji ber karên din miemele hat kirin.


Wezîr Yerlîkaya ji welatiyan xwest ku ew guh bidin rêzikên trafîkê û wiha got: "Mixabin di 2 rojên ewil (şemî û yekşem) ên betlaneya eydê da mixabin 16 kes mirin, 2 hezar û 716 kes jî birîndar bûn. Rehma Xwedê li welatiyên me yên ku mirin be û ji birîndarên me ra jî şifaya xêrê dixwazim. Ji kerema xwe zêde lez neçin, hem di wesayitan da hem jî di otobêsan da kemberên ewlehiyê girê bidin. Guh bidin rêzikên trafîkê. Rêwîtî ji bo ku em bigîhêjin hezkiriyên xwe heye, ne ji bo veqetînê ye. Bila dawiya rê bibe eyd."

Kaynak: AA