AMED TIMES - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi tevî şandeyek girseyî ve serdana şîna qurbaniyên şewatê kirin.

Hevserokan da zanîn ku mesûliyeta mezin a şewatê DEDAŞ e û bang kirin ku herêma şewatê wek “Herêma Afetê” bê ragihandin. 

Qurbaniyên di şewata li navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê ku rû dabû de, hatin veşartin. Serdana şîna qurbaniyan tê kirin.

Hevsrokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser îdiayên cidî yên têkildarî şewatê û xwest ev îdia bên lêkolînkirin.

Li Amedê mînîbusê li du birayan xist: Yek mir, yek birîndar e Li Amedê mînîbusê li du birayan xist: Yek mir, yek birîndar e

“Gelek belge û şahid piştrast dikin ku şewat ji ber kêmasiya DEDAŞ’ê derketiye û got: “Pêwîste ev xemsariya DEDAŞ’ê bi lez û bez were lêkolînkirin. Tevî hişyariyên gelê me jî DEDAŞ xemsar tevgeriyaye. DEDAŞ berpirsiyarê vê şewatê ye. Divê ev der demildest wek herêma afetê bê ragihandin. Pêwîste xesara xelkê me were temînkirin.”

 “Pêwîste em xeleka civakî ava bikin û vê xem û tofanê aş bikin. Divê em bi ruhê yekgirtî li ber vê pergala ku xelkê me terkî mirinê dike rabin û bi hevkarî vê xemê dikarin kêm bikin. Mesûliyeta pêşî ya DEDAŞ’ê ye.”

Kaynak: Amed Times