AMED TIMES - Li Karaza navçeya Amedê 2 zarokên ji bo xwe hênik bikin ketin çemî xeniqîn.
Enes O. (9) û Mehmet Huseyîn o. (14) yên ku pismamên hev in û ji bo hênikbûnê ketin Çemê Ambarê piştî demekî ji ber çavan winda bûn û bi avê da çûn.
Kesên hawirdor îxbar kirin û li ser vê ekîbên tenduristî û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê kirin.
Ekîban bi alîkariya kesên hawirdor cesedên zarokan dît.
Cenazeyê zarokan ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kocakoyê.
Kaynak: AA