AMED  TIMES - Wezareta Karên Derve yê Ermenîstanê ragihand ku ew bi awayeke fermî dewleta Filistînê nas dikin.

Di daxuyaniya xwe ya ku ji aliyê ajansa fermî ya Ermenîstanê, Armenpressê ve hat parvekirin de wiha got: "Ermenistan careke din pabendbûna xwe bi hiqûqa navneteweyî û prensîbên wekhevî, serwerî û jiyana hevpar a aştiyane ya gelan piştrast dike û dewleta Filistînê nas dike."

Li Colemêrgê 4 stranbêj hatin girtin Li Colemêrgê 4 stranbêj hatin girtin

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ermenîstan piştgiriyê dide biryarên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî yên ji bo agirbesta lezgîn li Xezeyê û herwiha hat destnîşankirin ku welatê wan piştgiriyê dide çareseriya dudewletî.

Kaynak: Bianet