AMED - Di 4 rojên ewil yên betlaneya Eyda Qurbanê da ji ber qezayên trafîkê 26 kes mirin

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, di 4 rojên ewil yên betlaneya Eyda Qurbanê da ji ber qezayên trafîkê 26 kes mirine.

Li Amedê bi hinceta govend û stranên Kurdî 5 kes hatin desteserkirin Li Amedê bi hinceta govend û stranên Kurdî 5 kes hatin desteserkirin


Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku di 24 saetên dawîn da 693 qeza çêbûne û ji ber qezayan 4 kes mirine û hezar û 302 kes jî birîndar bûne.


Wezîrê Yerlîkaya diyar kir ku di 4 rojên ewil yên betlaneya Eyda Qurbanê da ji ber qezayên trafîkê heya niha bi tevahî 26 kes mirine û 5 hezar û 345 kes jî birîndar bûne.

Kaynak: AA