AMED - Rahênerê nû yê Amedsporê Ersun Yanal hat Amedê.

Ersun Yanal ê ku ji ber bilêta balafirê nedîtibû bi balafireke taybet hat Amedê û ji aliyê girseyeke aligirên Amedsporê ve hat pêşwazî kirin.

Yanalî beriya niha di Lîga Superê de ji  tîma Trabzonspor û Fenerbahçeyê rê rahênerê kiriye.

Ji bo Yanal dê di seat 16:00an de li tesîsên Şehmus Ozerî merasîmeke bê lidarxistin û dê peymana salekê bê îmzekirin.

Ersun Yanal kî ye?

Ersun Yanal di 17ê Kanûna 1961an de li navçeya Buca ya Îzmîrê ji dayik bûye.

Yanal ê ku di 3 saliya xwe de bi malbata xwe re li Saraykoyê bi cih bûye, piştî xwendina xwe ya navîn di sala 1974an de li Denîzliyê li lîseyê Beşa Elektrîkê dest bi xwendinê kiriye.

Yanal piştî qedandina lîseyê, li Zanîngeha Celal Bayar beşa Perwerdehiya Bedenê dest bi xwendinê kir û li wir beşa 'Rêveberiya Sporê' xwend.

Yanalî demekê di klûbên amator ên wekî Sarayköyspor, Nazillispor û Aydinsporê de futbolê lîstiye.

Di salên 1990î de li Sarayköyspora ku wê demê di lîga 3yemîn de bû, dest bi karê rahêneriyê kiriye.

Di kariya wî de piştî ku di sala 1996an ji Denizlisporê re rahênerî kir her tişt guheri.

Tîmên ku bi awayeke profesyonel de ji wan re antrenorî kiriye ev in:

1996 : Denizlispor

1997-98: Yeni Salihlispor

1998-00: Denizlispor

2000-02: MKE Ankaragücü

2002-04: Gençlerbirliği - 2003 û 2004 di Kupaya Tirkiyê de bû duyemîn

TUİKê enflasyona meha Hezîranê eşkere kir TUİKê enflasyona meha Hezîranê eşkere kir

2004-05: Türkiye

Editör: Gülistan Korban