AMED - Lijneya Rêveberiyê ya Klûba Amedsporê beriya sezona nû lêgerîna xwe ya antrenorê bi dawî kiriye û ragihand ku wan bi Ersun Yanalî re li hevkirine.

Li gorî daxuyaniya Amedsporê, piştî hevdîtinên duh li Îzmîrê pêk hatiye, bi antrenorê navdar Ersun Yanalî  re peymana salekî hatiye îmzekirin.  Li gor agahiya hatiye belavkirin di sezona nû de dê Ersun Yanal wek serokê Amedsporê dakeve qadan.

Ersun Yanal kî ye?

Ersun Yanal di 17ê Kanûna 1961an de li navçeya Buca ya Îzmîrê ji dayik bûye.

Yanal ê ku di 3 saliya xwe de bi malbata xwe re li Saraykoyê bi cih bûye, piştî xwendina xwe ya navîn di sala 1974an de li Denîzliyê li lîseyê Beşa Elektrîkê dest bi xwendinê kiriye.

Yanal piştî qedandina lîseyê, li Zanîngeha Celal Bayar beşa Perwerdehiya Bedenê dest bi xwendinê kir û li wir beşa 'Rêveberiya Sporê' xwend.

Yanalî demekê di klûbên amator ên wekî Sarayköyspor, Nazillispor û Aydinsporê de futbolê lîstiye.

Di salên 1990î de li Sarayköyspora ku wê demê di lîga 3yemîn de bû, dest bi karê rahêneriyê kiriye.

Di kariya wî de piştî ku di sala 1996an ji Denizlisporê re rahênerî kir her tişt guheri.

Tîmên ku bi awayeke profesyonel de ji wan re antrenorî kiriye ev in:

1996 : Denizlispor

1997-98: Yeni Salihlispor

1998-00: Denizlispor

2000-02: MKE Ankaragücü

2002-04: Gençlerbirliği - 2003 û 2004 di Kupaya Tirkiyê de bû duyemîn

2004-05: Türkiye

2005-07: Manisaspor

2007-09: Trabzonspor

Li Pakistanê germahiyeke dijwar: Mirî û birîndar hene Li Pakistanê germahiyeke dijwar: Mirî û birîndar hene

2012-13: Eskişehirspor

2013-14: Fenerbahçe - Şampiyoniya Lîga Super

2014-15: Trabzonspor

2016- 17: Trabzonspor

2018-20 :fenerbahçe

2020-21: Antalyaspor

2023: AlanyaSpor

Kaynak: Amed Times