AMED TIMES - Dikandarên sîteya senayiyê yên Amedê, der barê erdên xezîneyê yên ji bo wan hatine veqetandin dane kooperatîfeke din de wiha got: “Ji xetayê vegerin.”

Odeya Tamîrkarên Wesayîtan a Amedê û rêveberên Sîteya Senayî ya Bicûk a 1,2 û 3’yan nerazîbûn nîşanî biryara walîtiyê dan ku erdên xezîneyê yên ji bo wan hatine veqetandin dane kooperatîfeke din.

Têkildarî mijarê li ber Avahiya 2’yemîn Îdareya Sîteya Senayiyê daxuyanî hate dayîn. 

2 kesan li Amedê mala malbateke Sûriyeyî şewitand 2 kesan li Amedê mala malbateke Sûriyeyî şewitand

Serokê 2’yemîn Sîteya Senayiyê Hasan Arslan da zanîn ku walîtiyê li Semta Odakli ya navçeya Rezanê 2 hezar û 525 donim erdê xezîneyê ji bo sîteyên pîşesaziyê veqetandiye,

Arslan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di serdema Walî Alî Îhsan Sû de erdê heyî bi du koperatîfên ku tu eleqeya wan bi me re nîne re hatiye tehsîskirin. Tu eleqeya van koperatîfan bi 1’emîn, 2’yemîn û 3’yemîn ên sîteyên pîşesaziyê yên biçûk re nîne.

Ji ber vê yekê tişteke ku dikandarên endamên me ne dikanên xwe veguhêzin nîne. Tevî ku me gelek caran ji bo qedandina pêvajoya çûna ji nava bajêr, serî li Walîtiyê dan jî, me tu encam bi dest nexistin. Weke çareya dawî, me di 12’ê adarê de rewş ji CIMER’ê re ragihand û me ev rewş ji serokkomar, wezîr û hemû parlamenterên bajaran re ragihand ku ev yek ji bo pêşeroja bajêr gelekî girîng e. Em dixwazin ku di vê mijara ji bo pêşeroja bajarê me gelekî girînge de ji xetaya hatiye kirin demildest bê vegerandin.”

Kaynak: Amed Times