AMED TIMES- Wezîrê Xezîne û Darayiyê Şîmşek çû Brukselê. 

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek di çarçoveya ziyareta xwe ya Brukselê da wê hevdîtinên dualî bike û beşdarî çalakiya "Tirkiye: Pêşketina di ekosîstema Ewropayê da" bibe.

Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, Şîmşek ji bo ziyaretê çû Brukselê. Şîmşek wê bi Endamê Komîsyona YEyê yê Berpirsyarê Aboriyê Paolo Gentîlonî, Komîserê YEyê yê Berpirsyarê Bazara Navxweyî Thierry Breton û Endama YEyê ya Berpirsyara Xizmetên Fînansal, Îstiqrara Fînansal û Yekîtiya Piyaseyên Sermayeyê Mairead McGuinness ra civînan bike.

Wezîr Şîmşek wê di çarçoveya bernameya xwe da li Bruegela saziya fikr û ramanê ya Brukselê beşdarî çalakiya "Tirkiye: Pêşketina di ekosîstema Ewropayê da" bibe û li wir biaxive.

Kaynak: AA