AMED TIMES  - Partrikê duyemîn ê Ermeniyên Tirkiyêyê Kadasetli Sahak û heyeta pê re serdana Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê kir. 

2. Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Kadasetli Sahak û heyeta pê re, li meqamê Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, serdana wî kirin. Patrîk Sahak û kesên pê re ji aliyê Hevserok Hatûn ve hatin pêşwazîkirin.

Hevserok Hatûn ji ber serdana Patrîk Sahak û şanadeya pê re spasiyên xwe pêşkêş kir.

Piştî hevdîtinê Hevserok Hatûn tableta ku Ahûra Mazda li ser hatiye xemilandin, da Patrîk Sahak; Patrîk Sahak pirtûkeke ermenî diyarî Hevşaredar kir.

1-31

Kaynak: Amed Times