AMED - Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Tullay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan li bajarê Colemêrgê konfranseke çapemeniyê lidarxist û balkişandin ser girtin û cezakirina Hevşaredarê Colemêrgê û danîna qeyûm li cihê wî.

Li Amedê du malbatên neyar li hev hatin Li Amedê du malbatên neyar li hev hatin

Hatimogullari da zanîn, divê hikûmeta AK Parti û MHPyê bên hilweşandin û ji Colemêrgê radigehînin ku pêdiviya Tirkiyê bi hilbijartinên pêşwext heye.

Hevseroka DEMê dibêje, “Îro li Tirkiyê gelek kes ku tu carî dengê xwe nedane Partiya DEMê an jî qet nafikirin ku dengê xwe bidin Partiya DEMê, lê li dijî qeyûman nerazîbûnê nîşan didin. Ev mijarek girîng e. Li Tirkiyê û Ewropayê her kes li dijî qeyûman e. Gelê Tirkiyê vê yekê qebûl nake. Ev ne reway û darbeye.”

Kaynak: Navenda Nûçeyan