Amed- Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di xwaringeha Rêvebiriya Giştî ya Kargehên Çandiniyê (TÎGEM) ya li navçeya Serêkaniya Rihayê, di 30ê Gulanê zêdetirî 400 karker û malbatên xwe; ji ber xwarina hatiye belavkirin jehrî bûn.

Li gorî  zanyariyên ajansê belavkiriye, roja pêncşemê tevî xwarinê, li karkeran şîrînahî jî hatiye belavkirin û zêdetirî 200 karker ji vê şîrînahiyê jehrî bûne. Li gel ku karker şîrînahiya hatiye belavkirin birine malên xwe malbatên karkeran jî jehrî bûn û hejmara kesên jehrîbûne derketiye 400 kesan. Zêdetirî 400 welatî bi aciziyên dil rabûn, vereşîn û bi nexweşîna navçûyînê ketine. 

Li Brîtanyayê Partiya Karkeran bi tena serê xwe bû desthilat Li Brîtanyayê Partiya Karkeran bi tena serê xwe bû desthilat

Dermankirina 80 welatiyan berdewam dike û hat zanîn ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. 

Kaynak: Mezopotamya Ajansı