KURDÎ

Li Qeyseriyê xaniyên Sûriyeyiyan hatibûn şewitandin: 67 kes hatine desteserkirin

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, ji ber bûyerên şeva borî yên li Qeyseriyê 67 kes hatine desteserkirin.

Abone Ol

AMED TIMES -  Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, ji ber bûyerên şeva borî yên li Qeyseriyê 67 kes hatine desteserkirin.

Li Qeyseriyê kesekî ji Sûriyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûriyeyî kiriye. Piştî ku bûyer hat bihîstin, gelek kes kom bûn. Girseya hêrsbûyî xanî, dikan û otomobîlên Sûriyeyiyan  şewitandın.

“67 kes hatin desteserkirin”

Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got:

“Şeva borî demjimêrên êvarê li Qeyseriyê welatiyê Sûriyeyê I.A. destdirêjî li keçeke mirovê xwe ya ji Sûriyeyê kir. Ew kes ji aliyê welatiyên li wê derê ve hat girtin û radestî hêzên ewlehiyê hat kirin.

Derbarê bûyerê demildest dest bi lêpirsînê hat kirin lê piştre welatiyên me li vê herêmê kom bûn.

Bi helwesteke li dijî nirxên me yên mirovî û bi awayekî neyasayî tevgeriyan û wan zerar da mal, kargeh û otomobîlên welatiyên Sûriyeyê.

Di encama midaxeleya hêzên ewlehiyê de 67 kes hatin desteserkirin. Qerebalixiya ku kom bûbû piştî demjimêr 02:00yan belav bû.”