AMED TIMES- Li Amedê di şerê çekdarî de 3 kes birîndar bûn.
Li Amedê di şerê çekdarî de 3 kes birîndar bûn. Bûyer duh li taxa Fatîhê ya navçeya Rezanê çêbû.
Li gorî agahiyên ber dest di navbera du grûp esnafên cînar de ji ber kevokan nîqaş derket.
3 kes birîndar bûn
Piştî ku nîqaş çêbû her du grûpan bi çekan êrişî hev kir. Di encama vê êrişê de 3 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolîn da destpêkirin.
Kaynak: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ